Li bajarê Hesekê aloziyek nû ya Avê rû da

Hemwelatiyên bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê Zehmetkêşeya kêmbûna ava vexwarinê dikşînin, piştî rawestandina avê ji rawestgeha Elûk li gundewarê Serê Kanîyê bêhtir ji 14 rojan, digel belavbûna nexweşiya Korona jî , hişt ku hemwelatiyê bajêr li çareseriyên alternatîf bigerin, wekî tankên ku avê belav dikin li ser xelkê beramberî nirxekî giran..

Endazyar (K. M) di axaftina xwe de bi “Yekiti Media” re da xuya kirin ku têkçûna di xeta elektrîkê ya ku rawestgeha Elûk li gundewarê Serê Kanîyê dabîn dikir bû sedema rawestandina ava rawestgehê sê rojan li ser hev nêzîkî 14 rojan berê..

Herwiha berdewam kir ku piştî çareserkirina xetê ji aliyê tîmên pispor û bi piştevaniya Rûsyayê, hêzên Tirkiya û grûpên çekdar ên girêdayî wê av li ser bajar qutkirin bi awayekî qestî ta niha..

.
Endazyar da xuya kirin ku rêveberiya xweser elektrîkê li ser wan qut dike, û grûpên çekdar ava ji rawestgeha Elûk derdikeve ber bi bajarê Hesekê ve bi qutkirina wê bersivê didin, û tê zanîn ku ji bilî niştecihên bajêr ên resen deh hezar malbatên koçber tê de hene.

Herwiha bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê pir caran bi sedema tinebûn û qutkirina ava vexwarinê zehmetkêşeyê dikişîne , piştî kontrolkirina hêzên tirk û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji herêma Serê Kanîyê û gundewarên wê , bêyî ku rêveberiya PYD’ê û rêxistinên mirovahî çareseriyên cidî bibînin..

You might also like