Pevçûn di navbera çekdarên PYD’ê û milîsên Dîfaa El-Wetanî li Qamişlo rû da

Pevçûn di navbera çekdarên PYD’ê û milîsên “Dîfaa El-Wetanî” parastina netewî yên bi ser rêjîma Sûrîye ne ve, êvara sêşemê li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê rû da.

Nûçegihanê Yekiti Media li Qamişlo tekezî kir ku pevçûnên dijwar û tund di navbera milîsên “Dîfaa El-Wetanî” parastina netewî û çekdarên PYD’ê de li rêbenda Asayîşê li têketina taxa El tey li bajarê Qamişlo rû da, û herwiha got ku pevçûn bi çekên sivik û navîn bû di navbera her du aliyan li kolana El wihda li navenda Qamişlo jî rû da..

Herwiha berdewam kir ku çekdarên PYD’ê hejmarek çekdarên milîsên parastina netewî girtin û di encamê de pevçûn di navbera her du aliyan rû da..

Nîşan da ku di encama pevçûnan de çekdarekî PYD’ê jiyana xwe ji dest da, digel birîndar jî hena, bêyî ku nûçegihanê me hejmara kuştî û birîndarên milîsên parastina netewî bizane..

Bajarên Qamishlo û Hasekê gelek pevçûnên bi vî rengî di navbera çekdarên PYD’ê û milîsên Parastina Netewî de dîtine , ku bi giştî navênçî tê kirin bi nûnerên her du aliyan, û pevçûn radiweste ..

You might also like