Break newsNûçeslide

PYK-S alîkariyan li bajarê Hesekê belavkir

Rêxistina Hesekê ya PYK-S, îro roja Îniyê 16ê Nîsana 2021an, alîkariyên diravî li ser hin malbatên hejar belavkirin.

Reşad Mele serkirdeyê rêxistina Hesekê ji “Yekiti Media” re da xuya kirin ku rêxistina Hesekê ya PYK-S, îro sibehê alîkariyên diravî li hin malbatên hejar ên kurd li bajarê Hesekê belavkirin..

Mele di gotina xwe de daxwaz ji hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ku alîkariya malbatên hejar û belengaz û bi taybetî di vê rewşê aborî ya xirab û dijwar û bihayên bilind û qedexeya giştî kir…

Tê zanîn ku bajarê Hesekê û deverên din ji herêmên Kurdistana Sûriyê êşê dikşînin ji ber kirîza aborî ya dorpêçkirî , jiber bilindbûna nirxê Dolar, ku bû sedema zêdebûna bêrûmet a nirxê malzemeyan, bê çareserî ji hêla rêveberiya PYD ve , rêjîma Sûrî, yan jî rêxistinên navneteweyî bên dîtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button