Break newsNûçeslide

Amarên dawî ji belavbûna veyrosa Korona li Kurdistana Sûriyê

Di roja pêncşemê de, desteya tenduristiyê ya di rêveberiya PYD’ê ve , tomarkirina tûşîbûn û mirinên nû bi veyrosa Koronayê li herêmên di bin kontrola wê de li Kurdistana Sûriyê û bakurê rojhilatê Sûriyê de ragihand .

Û li gorî zanyariyên desteyê ku pênc bûyerên mirinê tomarkir we jî ( du jin , û zilamek ji Tebqa û jinek ji Hesekê û zilamek ji Qamişlo) in.

Pêketiyên nû gihîştine 199 kes ew jî wisa belavkirî ne (39 kes li Hesekê, 57 kes li Qamişlo, 35 kes li Dêrikê, û 4 kes li Dirbêsiyê, 16 kes li Kobanê, 23 kes li Reqayê, 17 kes li Tebqa, û 8 kes li Munbicê).

Herwiha nîşan da ku 8 bûyerên başbûnê ji veyrosa Koronayê hat tomarkirin.

Herwiha hejmara tûşîbûn û pêketiyên tomarkirî li herêmên di bin kontrola rêveberiya PYD’ê de li Kurdistana Sûriyê û bakurê rojhilatê sûrî gihîşt 13203 kes û 442 kes canê xwe ji dest dane û 1407 kes başbûne ji vê nexweşiyê..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button