Break newsNûçeslide

Hesekê…. Rêveberiya PYD’ê bihayê Nanê otomatîk bilindkir

Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, nirxê nanê “otomatîk” li bajarê Hesekê ya Kurdistana Sûriyê digel kirîza aborî ya dorpêçkirî ku herêmê tê de derbas dibe..

Ehmed El-Xelîl ku hatiye pejirandin ji bo nanê otomatîk, ji nûçegihanê “Yekiti Media” re li Hesekê ragihand û got : ” ku torbeya nan digihêje me bi buhayê 255 lîreya Sûrî, û em hatin agehdar kirin ku em torbeyê bi nirxê 300 lîreya Sûrî bifroşin, ku berê bi 250 lîre dihat firotin.

ElXelîl wiha berdewam kir ku tevlî ku bihayê torbeyê nan zêde bû, firinan jî jimara nan di torbeyan kêm kirin bi rêjeya 30%..

Ji aliyê xwe ve hemwelatiyê bi navê Hisên Deham got: ku nanê otomatîk ji bo xwarinê bi kêr nayê ji ber ne başiya cûreya wê, lê em neçar dibin ku bikirin jiber bilindbûna bihayê nanê siyahî, ku torbeyek wê gihîştiye 700 lîreyê Sûrî..
Wiha domand û niha jimara nan di torbeyan kêm dikin û nirxê wê jî zêde dikin, tevî ku qedexeya giştî li ser karkeran û hejaran heye û di nav rewşa aborî ya dijwar û xirab de ku xelk tê de dijîn.

Deham tekezî kir ku dibîne ew bimre bi nexweşiya Korona çakî tire ku ew û zarokên xwe bimrin ji birçîna li malê..
Rêveberiya PYD’ê qedexeya giştî danî li ser bajarê Hesekê ji 6ê Nîsanê û berî meha Remezanê bi heftiyekê ferzkir..

Zehmetkêşên hemwelatiyên bajarê Hesekê ne tenê nan e, ji ber ku bajar ji bihayê bilind diêşe, û berdewamkirina tinebûna ava vexwarinê, û mazotê, û kirîza di elektrîka dewletê, bêyî ku çareseriyên rasteqîne ji aliyê rêveberiya PYD’ê yan rêjîma Sûriyê yan rêxistinên mirovahî bên dîtin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button