Rêveberiya PYD’ê bihayê Nan zêde kir

Rêveberiya PYD’ê di roja Şemiyê 10ê Nîsana 2021an de ragihand ku bihayê torbeyên nan ên firinên nîv otomatîk dê we re zêdekirin.

Biryara zêdekirina bihayê di biryara Jimare 94an de hat, ku tê de hat danîn bihayê torbeyek nan bi giraniya 1.25 kg ji 85 bibe 250 lîreyên Sûrî, û ji Sêşema bê de, roja yekem a meha Remezanê dest pê dike.

Û nîşan da ku ev biryar li ser bingeha civînek di navbera desteya serokatiya encûmena rêvebir li bakur û rojhilatê Sûriyê û Hevserokên Encûmenên rêvebir di rêvebiriyên xweser û Şaristanî de ye derket , û dan xuyakirin ku ev biryar der ket li ser bingeha daxwazên berjewendiya giştî ye..

Biryar tê di nav pêlên bihabûnê û daketina nirxê lîreya Surî û mûçeyên kêm ên karkeran, digel domandina qedexeyê ji ber belavbûna Covîd -19 li herêmê piştî çend mehan ji aloziya mezina di nan de ku li hemû herêman rû da bû..

You might also like