Break newsNûçeslide

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê çend civat li kampa Kewirgoskê pêk anî

Şandek ji komîta têkiliyên derve ya nûneratîya ENKSê li Herêma Kurdistanê çend civat li kampa Kewirgoskê pêk anîn..
– Civatek bi rêzdar Nîzar rêveberê kampa Kewirgoskê..
– Civatek bi rêveberiya asayîşa kampa Kewirgoskê..
– Civatek bi rêveberiya encûmena kampê ya xizmetguzarî, û bi nûnerên partiyên kurdî yên di nav ENKSê de li kampê, di roja duşemê 5ê Nîsana 2021an, ji bo şopandina rewşa penaberan ji nêzîk û guhdanê bidin têbînî û pêşniyarên wan û pêşkêşî cihên rayedar bikin ta ku çareserî bibînin ji bo azar û êşên gelê me sivik bikin.

Di civînê de, tekezî li ser kêşe û pirsgirêkên penaberên li kampê de di warê perwerde, tenduristî, karûbar û xwarinê de hate kirin, û pêşniyar hatin kirin ji bo hêsankirina kirdariyên têkildarî mijarên penaberan ji hêla şandeya nûnertiyê ve.

Ji aliyê xwe ve rêzdar Nizar bi xêr hatina şanda nûneratiyê kir, û tekezî kir li ser girîngiya hevrêziyê û pêşkêşkirina pêşniyaran û xebata cidî ji bo xizmeta mirovên wargehê û dabînkirina hemû hêsaniyan ji bo êşa wan sivik bikin, û tekezî kir ku mirovên kampa Kewirgoskê birayên me ne, û li ser axa xwe ne û di nava xelkên xwe de ne û ne mêvan in, û tekez li ser şopandina pêşniyar û têbînîyên ku hatine kirin Pêşniyar ji hêla şandeya nûnertiyê ve.

Şanda ENKSê bi serokatiya birêz Newaf Reşîd serokê nûneratîyê, û endamên komîta têkiliyên derve ( Dr. Kawa Azîzî, Raman Mele, Esmehan Dawûd).

Tê zanîn ku nûneratîya ENKSê li Herêma Kurdistanê gelek çalakî û civîn pêk tînin, da ku êşa penaberên Kurd bigihînin rayedarên pêwendîdar da ku çareserî ji pirsgirêk û azarên wan re bibînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button