Break newsRaportslide

Kobanê… Kêmbûna barandina baranê metirsiyek li ser çandiniyê

Piraniya deverên Kurdistana Sûriyê di demsal îsal a çandiniyê de kêmbûna barandina baranê dîtiye, ku di demekê de piraniya xelkê deverê debara jiyana xwe li ser berhemên çandiniyê dikin, ji genim û ceh û nîsk digel hilberên bêhnxweşê.

Kêmbûna barandina baranê ji dawiya sala borî 2020an de û di destpêka sala nû de bû, û li gorî gelek cotkaran li deverên cûda li herêmên kurdî de, ku tevî di mehên pêşî de baran barî lê metirsî li ser demsala çandiniyê heye .

Nûçegihanê “Yekiti Media” li Kobanê diyar kir ku metirsî zêde dibe li nik cotkarên li bajêr û gundewarên wê, ku ziyan bigîhêje çandiniyê di vê salê de bi sedema kêmbûn û dereng bûna barandina baranê.

Di derbarê kêmbûna barandina baranê ku çotkar Mistefa Bozanî ji nûçegihanê me re ragihand û wiha got : ku tevî barîna baranê di rojên cûda de, ku herêma Kobanê dîtiye di çend rojên borî de lê ew nikare demsalê biparêze bi giştî..

.
Bozanî wiha got: ku ew xwediyê 6 hektar ji erdên çandiniyê ye, û wiha domand: Barana dereng barî dê nebe alîkar ji bo parastina berhemên genim û ceh , yên ku heya niha baş mezin nebûye .

Di derbarê rizgarkirina demsala çandiniyê Bozanî da xuya kirin ku domandina barandina baranê di meha Nîsanê de belkî bibe alîkar jê re..

Rêjeya mezin a xelkê Cezîrê û Kobanê bi demsala çandiniyê ve girêdayî ne, û herêma Cezîrê wekî bingeha sereke ye ji selika xwarinê ya Sûriyê ji ber berhmdanek mezin ji genim û çandiniyên din çêdike , tevî ku mafê cotkaran tê xwarin, û kirîna genim ji hêla rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat û hikûmeta rêjîma Sûriyê bi bihayên erzan, wekî di demsala çandiniyê ya borî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button