Break newsNûçeslide

Rêxistina Dihokê ya PYK-S serdana birîndarên Pêşmergeyên Roj kir

Şandek ji rêxistina Dihokê ya PYK-S serdana Pêşmergeyên roj kirin, yên ku di bûyereke trafîkê de li ser riya kampa Domîz birîndar bibûn..
Şand bi serokatiya Ekrem Reşîd endamê Komîteya Navendî ya Partîyê û hijmarek ji endamên her du komîteyên herêmî û şaxê pêk hatibû..

Di derbarê vê serdanê Reşîd di lêdwanekê de da xuyakirin ku wan serdana pêşmergeyên Roj yên di bûyera şewitandina otobusa ya wan dibir li ser riya kampa Domîz kirin, li nexweşxaneya şewitandinê li bajarê Dihokê û li malên wan li kampê jî , û tekezî kir ku partiya Yekîtî pabendî hêzên pêşmerge ye derbarê rola wan ya leheng û fedekar di berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de li hemberî dijminên gelê Kurd û di pêşiya wan de hêza DAÎŞ ya tûndrew

Tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Roj baskê leşkerî yê ENKSê ye û roleke wan grîng û lehengî û berbiçav di têkbirina rêxistina Terorîst a DAÎŞ, û piraniya leşkerên wê ji perçbûniyên artêşa rêjîma Sûrî bûn

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button