Break newsNûçeslide

Bera Aştî û Azadiyê bi Wezareta Yabanî (japonî) re civiya

Şandek ji ofîsa têkiliyên derve ya bera (eniya) Aştî û Azadiyê di roja çarşemê 5 Gûlanê 2021an de bi birêz Kotaro berpirsê dosya Sûrî di wezareta derve ya Yabanî (japonî) re civiyan di riya têknolojiya vîdyoyê (online) bi riya programê Zoom ê.
Şanda komîta peywendiyên derve ya eniya Aştî û Azadiyê ji birêzan Hewas Sedûn (hevrêzê ofîsê) û Wasif Zab, Corc Gûriyê, Siyamend Haco endamên ofîsê pêk hatibû.
Di civînê hat gotûbêjkirin “li ser nêrîna siyasî ya eniyê û pêkhateyên û tevahiya pêvajoya siyasî li sûriyê, û astengiyên di rûniştinên komîta destûrî de rû daye, girîngiya ku civata navnetewî bi erk û rola xwe rabin bi zextê li ser rêjîmê bikin ta ku gavan di pêvajoya siyasî li sûriyê pêşve biçe ku biryar navdewletî 2254 bingeha wê be û di heman demê de pêkanîn û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 bi hemû bendên wê nexasim xala yekem ya ku tê de hatiye nûneratiyek giştî û wekheviyek di danîna endamên komîta Destûrî de”.

Ji aliyekî din ve di civîn de hat gotûbêjkirin li ser girîngiya danûstandinan di navbera hêz û aliyên cuda di dijberiya Sûriyê de û bigîhêjin nerînek siyasî yekbuyî û herwiha li ser rewşa debarê li sûriyê û têkçûna rewşa aborî û kêmbûna nirxê lîreya sûrî û belavbûna nexweşiya Korona û rewşa ziwabûna ku li hemû deveran rûdaye, û li ser pêvajoyên guhertina demografî jî axivîn.

Ji rexekî din ve li ser danûstandinên Kurdî – Kurdî axivîn û pûtepêkirina Eniyê ji bo serkeftina vê dîyalogê ku bibe gavek ber bi dîyalogek firehtir ku bigîhêjin encamek lihevkirî ku bikaribe ewlehî û aramiyê li herêmê peyda bike.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê wezareta derve ya yabanî (japonî) , birêz (Kotaro), kêfxweşiya xwe bi vê civînê anî ziman, û tekez kir li ser helwesta zelal ya hukumeta wî di derbarê ne beşdariya wan di pêvajoya nûavakirinê de ku tenê bi çûna çareseriyek ramyarî giştî, û berdewamkirina welatî wî bi alîkariya miletên sûrî.

Herwiha berpirsê yabanî (japonî) diyar kir ku welatî wî îsal 200 mîlyon dolarê Emerîkî terxankiriye ji bo piştevaniya Sûriyan, û tekezî kir ku wan ji sala 2001an bêtirî 3 mîlyay dolarê Emerîkî pêşkêşkiriye ku hatiye pêşkêşkirin di riya programê alîkariyan ên girêdayî rêxistina Neteweyên Yekbuyî (UN) di warên cûrbicûr û yên girîng ev in ( piştgiriya bi cih kirina çandiniyê, Xwendin, avahiyên Elektrîkê)..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button