Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Garfir : Hevpeymana navdewletî nêzî 200 çekdarên rêxistina Daiş ê dişopîne

Yekîtî Media 17/8/2016

Berdevkê hevpeymana navdewletî  Grês Garfir ragihand ku hevpeymanê  nêzî  200 çekdarên rêxistina Daiş dişopîne.

Garfir diyarkir ku wan çekdaran gelek xelkên sivîl li bajarê Minbic revandin û bi tirimpêlên xwe ji bajêr reviyan û vê  yekê rê neda hêzên Sûriya demoqrat ku şerê wan çekdaran bikin.

Berdevkê hevpeymanê tû zanyariyên zêde li ser wê operasiyonê neda , lê tenê diyarkir ku wan bi sedan kesên sivîl ji destê çekdarên Daiş rizgar kirine, dema ku kesin din xwe ji nav destê wan revandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button