Break newsHevpeyvînslide

Fûad Elîko: Rûsya dixwaze şerê Sûriyê bi dawî bike

Yekîtî Media 29/1/2017

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, Rûsya dixwaze şerê li Sûriye bi dawî bibe û xwe ji aloziya Sûriye xilas bike.

Nûnerê ENKSê di opozisyona Sûriyê de Fûad Elîko, ku beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24 bû ragihand, ku “Li Sûriyê bijardeyên aliyan hatine radeyeke cuda. Îran û Rûsya bi xwe niha xwedî berjewendiyên cuda ne. Piştî bidestxistina gelek berjewendiyan li gel rejîma Sûriyê û yên herêmî niha Rûsya dixwaze, şerê li Sûriyê bi dawî were. Xwe ji aloziya Sûriyê azad bike.

Elîko got jî: “Li aliyê din, Komara Îslamî xwedî bijardeyên din e. Îran dixwaze ew şer bidome. Ji ber ku Îran berjewendiya xwe ya stratejîk li Sûriyê de, li gel mana rejîmê û Beşar Esed û aliyên hevkar ên rejîmê dibîne.”

Elîko herweha bal kişande ser wê yekê, ku “Piştî hatina desthilata Trump, dê siyaseta Amerîka li Sûriye aktîvtir be û dibe ku Rûsya û Amerîka helwêstek nêzîktirî hevdû li ser erdê diyar bikin. Ev jî rewşeke rawestandina destêwerdana Îranê dikare bîne holê.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button