Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê xakin nû li gundewarê Dêrikê desteserkirin

Yekîtî Media 29/1/2017

Çavkaniyek ji Dêrikê ji Yekîtî Media re ragihand, ku zirpoşên artêşa Tirkiyê, roja îniya borî, xakên çandiniyê yên nêzîkî sînor li gundê Cib EL-Hewa li gundewarê bajarê Dêrikê desteserkirin, bi armanca avakirina dîwarê sînorî di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de, û çend mitran derbasî sînorê gund bûn.

Heman jêderî tekezkir ku artêşa Tirkiyê welatiyan dûr dixe û gefa gullebaranê li wan dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button