Break newsRaport

Domîz : Îsmaî’l Reşîd semînerek konevanî bi rê ve bir

Îsmaî’l Reşîd endamê komîteya konevanî ya PYK-Sê, roja Înê 23ê Tîrmehê semînereke siyasî li ofîsa Partîya Yekîtî li kampa Domîzê ya penaberan li parêzgeha Dihokê bi rê ve bir.

Destpêkê de bi xêr hatina mamoste Reşîd hat kirin û xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê rawestiyan, piştre Reşîd li ser çend mijarên anî ziman nexasim ên girêdayî Zehmetkêşên penaberan û rewşên awarte ku gelê kurd tê de derbas dibe.

Reşîd qonax û zehmetkêş û astengîyên ku li hemberî Partîya me rû dida vegot û birêkirina raya giştî li derdora gelek qonax û bûyeran ve.

Herwiha bi berfirehî axivî li ser rewş û qonaxên ku ENKSê ji dema tevlîbûna wê di nav dijberîya Sûrîyeyê de, ta gihîştina wê li civatên navneteweyî yên girêdayî bi dosyeya Sûriyê.

Ji aliyekî din ve zehmetî û astengîyên li pêşiya danûstandinên bi partiyên YNKê re got, û nîşan da di berpirsiyariya PYNKê di rawestandina dîyalogê , û pêwîstiya rawestandina hemû kiryarên tirsandinê li dijî kadro û alîgirên ENKSê û divêt demekê ji dîyalogê re destnîşan bikin, û tekezî kir ku ev berpirsiyariya sponsorê Amerîkî ye û domandina kiryarên wiha hêviya girseyê di van diyalogan de pir kêm dike.

Rewşa herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê kanîyê mijareke din bû di semînerê de, ku bi zelalî axivî li ser êş û azarên gelê kurd ku ji aliyê komên çekdar, û pêwîste ku ENKSê mekanîzmayên nû dabîn bike ji bo danûstandinê bi xelkên me li wan deveran bikin da ku vegerin deverên xwe, herwiha nîşan da ku ev hemî di encama bazarên dewletan bû, û pişkdarîya PYD’ê jî ji be siyaseta wê ya yekalî, û hilgirtina rebaz û siloganên PKK’ê.

Di heman demê de Reşîd tekez kir ku ji ENKSê re pêwîste mekanîzmayên nû deyne ku gûnca be bi astengî û kêşeyên qonaxê re da ku bibe encûmeneke sazûmanî, û hêviyên gelê Kurd pêk bînin

Di dawiyê de semîner zengîn bû bi pirs û lêpirsînên beşdaran ku bi sîngek fireh hatin bersivandin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button