Break newsNûçeRaport

Girkê Legê… Yekîtî Kurdistanî serdana malbatên pakrewanên pêşmergeyên Roj kirin

Bi boneya cejna Qurbanê, şandek ji rêxistina Girkê Legê û Alîyan a PYK-Sê, duh sêşemê serdana malbatên pakrewanên Pêşmergeyên Roj û malbata rojnamevan Barzan Hisên û hin kesayetên niştimanperwer di herêmê de kirin.

Şanda Kurdistanî serdana malbata pakrewan Delîl Mîrza Hiso li gundê Sêmalka û malbata pakrewan Haşim Ebdulqadir li gundê ‘Er’ûr kirin, û tekezî kirin li ser wate û nirxên şehadetê û pakrewanan li cem gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî, û di heman demê de pesnê qurbanîyên pêşmergeyên Roj dan di berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de li hemberî rêxistinên tundrew û terorîs.

Ji aliyên xwe ve malbatên pakrewanan pêşwazî û bi xêr hatina şanda Kurdistanî kirin, û tekezî kirin li ser pabendbûn û şopandina rêka pakrewanan û rêbaza Barzanîyê nemir.

Herwiha şandê serdana malbata rojnamevan Berzan Leyanî nûçegihanê kenala ARKê ye, ku ji aliyê çekdarên PYD’ê ve di roja şemîya borî de hatiye girtin..

Di heman çarçoveyê de, şandê li gundê Sêmalka her du kesayetên niştimanperwer Seyîd Qasim û Hac Beşîr Cûma dîtin.

Hêjayî gotinê ku rêxistina Girkê Legê û Alîyan di rojên borî de serdana hejmarek ji kesayetiyên civakî û çandî û siyasî li devera Alîyan kirin .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button