Break newsNûçeRaport

Amûdê : Lêkolîner Konê Reş Fêrdanek li Fêrdanek li ser Mîr Celadet Bedirxan bi rê ve bir

Bi boneya salvegera koçkirina 70emîn a mîr Celadet Bedirxan, nivîsgeha PYK-Sê li bajarê Amûdê û bi beşdarbûna hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran bi vexwendineke ji komela vedenga çand û hunerê û komela Celadet Bedirxan mêvandariya nivîskar û vekoler Konê Reş kir.

Piştî rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê mîr û pakrewanan, û piştre lêkolîner dest bi Fêrdanê kir ku tê de dîroka malbata Bedirxanî û rola wê di tevgera rizgariya Kurd de anî ziman.

Lêkolîner Konê Reş : bi firehî dîroka Mîr Celadet Bedirxan ji dayîkbûna wî di sala 1893an ta koçkirina wî li Şamê sala 1951an vegot, herwiha li ser rola wî ya pêşeng di derxistina kovara Hawarê bi Elfabeya kurdî ya latînî, û danîna rêgezên wê di gel belavkirin rêzimanê Kurmancî di hejmarên kovara Hawarê de.

Herwiha nivîskar Konê Reş behsa gelek qonaxên jiyana Mîr Celadet kir, û rola wî di xebat û têkoşîna neteweyî ya kurd ji bo damezrandina dewleteke kurdî, û sirgûnkirina wî derveyî welat, û çûna wî bo Elmaniya, Libnan û Îraq û Sûrîyê, û herwiha vegera wî li Kurdistanê piştî destpêkirina şoreşa Agirî bi serpereştîya Îhsan Nûrî Başa, herwiha bicîhkirina wî li Şamê ji sala 1931ê, piştî têkçûna şoreşê.

Ji aliyekî din ve fêrdanê zengîn bû bi pirs û lêpirsinên beşdaran ku derfet ji wan re hat vekirin di dawiyê de ..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button