Break newsNûçeRaport

Hewlêr… Îsmaîl Reşîd semînerek konevanî bi rê ve bir

Duh roja Înê 16ê Tîrmehê, endamê komîteya konevanî ya PYK-Sê Îsmaîl Reşîd semînereke siyasî li ofîsa Partîya Yekîtî ya Kurdistanî li bajarê Hewlêrê bi rê ve bir..

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewan kurd û Kurdistanê hat rawestandin.

Piştire Reşîd li pêşveçûnên dawî li ser qada Sûriyê bi giştî û Kurdî bi taybetî gotûbêjkir, û anî ziman ku sitratêjiya ENKSê ya herî dirust e û rola wê di nav opozîsyonê û komîta destûrî û desteya danûstandinên Sûrîyê de rast e .

Herwiha Reşîd nîşan da derbarê peywendiyên ENKSê bi dijberîya Sûrîyeyê re ji destpêka şoreşa Sûrîyeyê, û rola Encûmenê di nava dijberîyê de di rûniştinên kongirên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê.

Di heman demê de astengî û zehmetîyên rûdidan bi Encûmenê re di çespandina mafê kurd di belgeyên fermî de, û tekezî kir li ser berdewamîya xebatê di riyên dîplomasîyê de ji bo misogerkirina wan mafan di Sûrîya pêşerojê de.

Reşîd bal kişand ser rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurd û kongirê wê ku dê di nêzîk de were li dar xistin, û tekez kir ku dê her hewil were dayîn ku Encûmen pêşbikeve, û rola sazûmanî di hundurê wê de were aktîvkirin , û bi mekanîzmayên nû xebat bikin .

Di dawiyê de, semîner bi pirs û lêpirsînên beşdaran zengîn bû, ku bi sîngek fireh hatin bersivandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button