Break newsNûçeNûçeyên herêmî û cîhanîRaport

Birîndar û kuştî hene, di êrîşa mûşekî ya li ser Efrînê hat..

Duh pêncşemê 15ê Tîrmehê, bajarê Efrînê bi mûşekan û rokêtan hat bombebaran kirin, ku ji devera Hereş Swxanî ya di bi kontrola hevbeş a hêzên rejîmê û Yekîneyên Parastina gel yên girêdayî bi ser PYD’ê ve.

Çavkaniyek herêmî ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman ku 12 birîndar navê wan hatine belge kirin, û di heman demê de nikaribû nasnameya miriyan diyar bike.

Navên kesên di êrîşê de birîndar bûne ev in;

Emîna Resûl Elî (65) salî,

Mesûd Reşîd Husên (41) salî

Mihemed Elî Xelef (60) salî

Selwa Heyder ji Idlîbê  (30) salî

Mistefa Wisam Cume  (9) salî

Yasîn Xalid El Umer, ji Hemayê (30)salî

Salî Şêx Ni’san (18),

Imad Usman Mistefa (40),

Mihemed Taha Yûsif Îdlibê (35),

Ziyad Husên El Umer (35)

Nahid Ebo Qura, hat veguhestin nexweşxaneyê El Menar

Zarokek nasnameya wî ne diyar e hatiye veguhestin Tirkiyeyê

Pakrewanek zarok e navê wî ne diyar e

Pakrewanek navê wî ne diyar e

Hêjayî gotinê ku piştî dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar yên alîgirê wê, ewlehî bi yekcarî nemaye, û binpêkirin ji talankirin û revandin û binçavkirin û kuştin ji bilî guhertina demografî hîn berdewam e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button