Break newsNûçeRaport

Ofîsa jin û zarokan a Partiya Yekîtî tîma voleybolê ya Amûdê xelatkirin..

Roja pêncşemê 15ê Tîrmehê ofîsa jin û zarokan a PYK-Sê, li nivîsgeha partiyê li bajarê Amûdê, pêşwazîya lîstikvanên tîma voleybolê ya Amûdê kirin û wan xelatkirin, ku dê di rêzên tîmên yekem de bilîzin . 

Piştî bi xêr hatina lîstikvanan û kadroyên perwerde û rêveberiya tîmê, Merwanê ‘Îdê endamê Komîteya konevanî ya PYK-Sê gotina partiyê got, û kêfxweşîya xwe anî ziman derbarê serkeftin û encamên ku lîstikvanên tîma Amûdê bi dest xistin li ser asta Sûriyê tevî rewşa dijwar ku tê de derbas dibin.

Herwiha ‘Îdê diyar kir ku partiya Yekîtî ji dema damezrandina wê piştevanîya hemû çalakiyan dike.

Gotina ofîsa jin û zarokan ji aliyê Nisrîn Çeto endama Komîteya konevanî ya Partîyê hat pêşkêşkirin û tê de kêfxweşî û dilxweşiya xwe ji serkeftina lîstikvanên Amûdê re anî ziman, û tekezî kir ku Nivîsgeha Jinan piştgiriya wan dike .

Çeto berdewam kir di gotina xwe anî ziman ku ew piştgiriya hemû çalakiyên jinan di hemû waran de dikin, da ku kesayeta jinan were xuyakirin ji bo ku di civakê de bi bandortir be

Herwiha ji aliyê xwe ve endamê rêveberiya tîma Amûdê Fêsel Helîmê gotina tîmê pêşkêş kir ku spasiya partiya Yekîtî kir ji bo destpêşxeriya wê ya bedew, wek ku wî şirove kir.

Helîmê di gotina xwe de diyar kir ku serketina tîma Amûdê nav rêzên tîmên pileya yekem de li gorî derfetên tîmê beranberî tîmên dî û di vê rewşa dijwar ku welat tê de derbas dibe serkeftineke mezin e.

 

Endamê rêveberiya tîma Amûdê nîşan da ku ev serketin piştî westîn, perwerde û îradeya mezin ji lîstikvanên tîmê û karmendên perwerdeya wê ya hêja re hat.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button