Break newsNûçeRaport

Binpêkirin û kiryarên tirsandinê li Efrînê berdewam dikin

Hin girûpên çekdar li Efrînê binpêkirin û kiryarên tirsandinê li dijî xelkê resen ên bajêr berdewam dikin, ji revandin, serdegirtina malên ewle, lêdan û heqareta welatiyan.

Peyamnêrê “Yekiti Media” li Efrînê ragihand ku, roja 28.01.2022, polîsên leşkerî yên navçeya Cindirêsê 4 welatiyên Kurd ji gundê Hêgcê revandin: Şêrhat Zaîm Hesen 28 salî, ji malbata “Dalo”, Ridwan Reşîd Miho, 30 salî, Ebdulqadir Reşîd Hesen, 32 salî, û Ziyad Arif Miho, 34 salî.

Gotina xwe berdewam kir : ku derbarê revandkarê bi navê “Şêrhat Zeîm Hesen” ew berî niha ji aliyê çekdarên Sead bin Ebî Weqas ve ku di 17ê Tebaxa 2020an de gund kontrol kiribûn , hatibû revandin û bi kefalet hatibû berdan.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku di 12ê Çileya 2022an de endamên polîsên leşkerî bi ser gundê qocman ê navçeya Cindirêsê kirtin û bi awayekî hovane li malên kurdan gerîyan ku xwediyên van malan ev in Ferhad Mihemed Mûsa 51 salî, Henan Mihemed Mûsa yê 57 salî muxtara gundê Qorba- Cindirêsê û Beşar Henan Mûsa 27 salî ku ji Erebên kevnar in li Efrînê.

Di raporta rêkxistinê de wiha hat gotin: “Amîne Xelîl Nebî temen 80 salî ku dayîka Ferhad Mihemed e, rastî lêdanê hatiye di rûyê wê de birîn hene, û her du bira Hesen û Ferhad jî di dema revandina Ferhad de rastî lêdan û heqaretê hatin û di 23ê Çileya 2022an de hatin berdan, beramberî fîdyeyê madî , û ta niha Beşar Henan Mûsa hatiye revandin.

Di 10ê Çileya 2021ê de îstixbarat û polîsên leşkerî yên Tirkiyê ciwanê bi navê Hisên Behcet Hisênake yê xelkê gundê Remedanlî yê ku li Cindiresê niştecih bûye e desteser kirin, û tê zanîn ku Behcet ji Lubnanê hatiye û çûye Cindirêsê û rewşa xwe bi encûmena xwecihî ya Efrînê re çareser kiribû .

 

 

 

 

 

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button