Break newsNûçe

Rêveberiya PYDê nirxê veguhestina rêwiyan ji Hesekê bo Dêrik û Rimêlan zêde kir. .

Sendîkaya Ajovanan a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve tê birêvebirin, bihayên veguhestina rêwiyan ji Hesekê ber bi Dirkê, Girkê Legê , Rimêlan û Çil Axa ve zêde kir.

 

Sendîkaya Ajovanan berî sê rojan dest bi sepandina nirxa nû ya nirxê veguhestina rêwiyan ji Hesekê bo bajarê Dêrikê kir, ku li şûna 4 hezar lîreyan dibe 5000 LS û heman nirx jî ji bo rêwiyên ji Hesekê bo bajarê û bajarokên Girkê Legê û Rimêlan û Çil Axa hatiye diyarkirin, û berevajî.

Biryara bilindkirina mûçeyên veguhestinê nêzîkî du mehan piştî bilindkirina bihayê mazotê ji 150 LS bo 410 LS tê, û nexasim ev zêdebûn tê ku jiyana rojane ji bo malbatên sûrî di rewşeke xirab de ye , ku li gorî lêkolînekê aniha pêwîstiya wê bi 2 milyon lîreyên sûrî heye ji bo dabînkirina pêdiviyên mehane.

Piraniya rêwiyên ji Dêrikê û herêmên mayî ber bi Hesekê ve, xwendekarên zanîngeh û peymangeha , û çavdêrên dezgehên hikûmetê ne, tevî hejmarek malbat û karkeran in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button