Nûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî digel Wiliam Hêg kongireyeke rojnamevanî li dar xist

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku madeya 14 ya destûrê Êraqê derbarê navçeyên ji Kurdistanê qutkirî de, bi dawî bû û em li ser wê gotûbêjan nakin.

Îro 27-6-2014`an roja înê, li bajarê Hewlêrê di heyama kongireyeke rojnamevanî ya Serokê Herêma Kurdistanê digel wezîrê derve yê Birêtanya`yê Wiliam Hêg, ragihand ku êdî ew li ser bicîkirina madeya 140 ya destûrê Êraqê gotûbêjan nakin ji ber ku ew madeya bi paşvekişandina artêşa Êraqê , bi temamî hatiye bicîanîn û pêwîst nake ku mirov li ser wê gotûbêjan bike.

Her weha di çarçoveya kongirreya hevpar ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel wezîrê derve yê Berêtanya`yê William Hêg, ragihand ku piştî artêşa Êraqê ji wan navçeyan hêzên xwe paşivekişiandiye û ji ber valatiyê pêşmergeyên Kurdistanê cihê wan girtine, êdî li ba me madeya 140 a destûrê Êraqê pêkhatiye û êdî em li ser vê mijarê danustandinan bi yekcarî nakin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button