Nûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezaîrê derve yê Birêtanya gihîşt Hewlêrê

Çend xulekan beriya niha wezîrê derve ya Birêtanya`yê William Hêg, bi riya firokxaneya navnetewî ya Hewlêrê, gihîşte Herêma Kurdistanê.

Her weha piştî gihîştina wezîrê derve yê Birêtanyayê William Hêg bo firokxaneya Hewlêrê, ji aliyê berpirsê fermangeha derve ya Herêma Kurdistan Feleh Mistefa û hinek berpirsên din yên hikûmî ve hat pêşwazî kirin.

Ev serdana William Hêg ji Herêma Kurdistanê re, piştî serdana jinîşkeva bo Bexdadê bû ku li wir jî digel Nûrî Malikî û berpirsên hikûmî rûniştin pêşxistin.

Tê çavrêkirin ku wezîrê derve yê Birêtaniya William Hêg wê digel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên din yên Herêma Kurdistanê bicive û wê li ser rewwşa dawî û pêşketinên ku di meydana Êraq û navçeyê de hatine kirin şirove û gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye ku serdana William Hêg piştî serdana wezîrê derve yê Emerîkayê bi du rojan tê ku serdana Bexdad û Hewlêrê kiribû.


PUKmedia-Fuad Osman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button