Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî serdana serok Barzanî dike

Yekîtî Media 8/9/2017

Li gor zanyaiyên rojnameya “El-Şerq El-Ewset” Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xêt di demeke nêzîk de serdana Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê dike û armanca serdana wî jî guftûgokirina li ser pirsa referandûmê ye.

Jêderekî dîplomasî ji wê rojnameyê re gotiye ku, tevgera Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî di çarçova karên pêwîst de ye û hewlek e bo Hewlêr û Bexdayê bi guftûgo û danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber wê jî di hevdîtina çaverêkirî ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de dê bi aşkere û zelalî li ser pirsa referandûmê guftûgo bê kirin.

Herwiha gotiye, ji bo bidûvçûna nameya ku Sekreterê Giştî ji berî mehekê wek destpêşxerî ji Barzanî re şandibû, bi taybet ku Ebû Xêt rêzeke bilind bo Barzanî derbirî bû wek rêberekî Kurd li Iraqê û li gor wî ku Barzanî dikare biryarên giran bo parastina berjewendiyên xwe bide.

Ew jêder dibêje, di baweriya Sekreterê Giştî de ew e, ku girîng e serkirdeyên Kurd hewlestên xwe binirxînin û rewşê bi hûrî bixwînin berî ku gava berve referandûmê bavêjin. Da ku bandoreke nerênî ya çaverêkirî li ser hevgirtina dewleta Iraqê, pêşeroj Kurd li Iraqê û welatên cîran neke. Di nêrîna Komkara Erebî de, ev hemû sedem jî pêwîst dikin ku referandûm bê paşxistin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî nameyên dîplomasî ji Serokê Herêma Kurdistanê re birê kiribûn. Ebû Xêt diyar kiribû ku daxwaza Erebî ew e, referandûmê bê paşxistin, piştevaniya guftûgo û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin û pabendbûna bi destûr û sîstema ferderalî be ye.

Serok Barzanî bersiva Ebû Xêt dabû û hemû ew êş û azarên ji aliyê hikûmetên Bexdayê ve dîtine û sedemên ku hêştina Herêma Kurdistanê biryara referandûmê bide, şîrove kiribû.

Rojnameyê ji wî jêderî pirs kiribû “Komkara Erebî dikare çi bike bo Kurd neçar bike ji biryara referandûmê bi paş ve vekişe.”

Wî jêderî got: “Têrma neçarkirin di vê derbarê de bikar nayê. Sekreterê Giştî dûrî wê hizrê ye.” Û tekez kir, Komkara Erebî di salên borî de kariye pêwendiyên rêzgirtinê ligel Kurdan li Iraqê ava bike. Tevgera Ebû Xêt di çarçova erkên wî yên wek pasawanekî li ser biryarên Komkara Erebî, parastina yekperçeyîya Iraqê û piştevanîkirina guftûgoyê di navbera Bexda û Hewlêrê de tên.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button