Break newsRaportslide

Pêşewa Qazî Mihemed li Bakurê Kurdistanê hate bibîranîn

Yekîtî Media 1/4/2017

Li Diyarbekir partiyên wek Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di Roja Şehîdan a Kurdistanê de merasîmên bîranîna Qazî Mihemed li dar xistin. Di merasîman de bang û helwesta Qazî Mihemmed û girîngiya şehîdên Kurdistanê derket pêş.

Ji ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed 70 sal derbas bû. Di şexsê Pêşewa Qazî Mihemmed de jî 31’ê Adarê wek Roja Şehîdên Kurdistan tê qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK li şaxa xwe ya Diyarbekirê Konferansek li dar xist û axaftvanê konferansê lêkolîner Seîd Veroj behsa jiyana Pêşewa Qazî Mihemed kir û li ser girîngiya wesiyetnameya wî sekinî.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAK’ê Mustafa Ozçelîk jî bal kêşand li ser rola hişmendiya netewî ya Pêşewa Qazî Mihemmed.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button