Break newsNûçeslide

Cinêv 5 bê encam bidawî hat

Yekîtî Media 1/4/2017

Piştî 8 rojan ji danûstandin û hevdîtinan, dîsa civînên Cenêvê bê encam bi dawî bûn.

Herdu aliyên Sûrî piştî bidawîbûna gera 5emîn a danûstandinên Cenêvê, dîsan hevdu bi terorist binav kirin. Serokê şanda opozîsyona Sûriyê Nesir El-Herîrî got, ku rêjîma Sûriyê red dike qunaxa veguhestina siyasî gotûbêj bike. Herîrî got jî, Esed tawanbar e û divê ji desthilatê bê dûrxistin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê şanda rêjîmê jî Beşar Caferî kenê xwe bi şanda opozîsyonê kir û ew wek sinêlan binav kirin.

Herwiha nûnerên ENKSê di danûstandinên Cenêvê de jî civînên xwe di Desteya Bilind de baykot kirin, ji ber ku Desteya Bilind ya Danûstandinan red kirin ku pêşniyar û daxwazên wan derbarê nûnertiya Kurd di danûstandinan hebe û pirsa doza Kurdî û dozên pêkhateyên din têkeve karnameya danûstandinan de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button