Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PAK cejna karker û kedkaran pîroz kir

Yekîtî Media 1/5/2017

Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Diyarbekirê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya PAK de hat gotin ku 1’ê Gulanê, ji bo karker û kedkarên Kurd û Kurdistanê xwedî wateyeke firehtir e lewra Kurdan ji bo serdestiya gelê xwe  her dem têkoşîna azadî û demokrasiyê dane.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat, “Di 1’ê Gulana 2017’an de karker, karmend û bi giştî kedkarên Bakurê Kurdistanê, di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û qedexeyên Rewşa Awarte jî  rewşa kedkaran zehmettir dike. Bi hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin. Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aboriyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasiyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button