Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Naveroka rêkeftina Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê eşkere bû

 Yekîtî Media

Wezîrê petrola Iraqê Cebar Liêbî ragihand, Iraq û Îran li ser şandina petrola Kerkûkê ji bo Îranê lihev kirine, li gorî wê lihevkirinê wê Iraq rojane 30 heya 60 hezar bermîlên petrolê bişîne Îranê û çaverê ye di pêşerojê de ew rêje bê bilind kirin.

Hevdem rêvebirê giştî yê kompana Somo ya hikûmeta Iraqê Elai Yasirî ragihand: “Min li gel nûnerê wezareta petrola Îranê Hîdayet Zade, ew rêketin îmze kiriye, beramberî ew petrola ji Kerkûkê here ji Îranê, wê Îran jî bi qasî wê petrolê bişîne ji başûrê Iraqê re, bi vê yekê xerciya gihandina petrolê ji bo başûrê Iraqê wê kêm bibe û emê mifayê ji şandina petrola Kerûkê bibînin, ew petrol jî wê bi riya tankeran bê şandin heya ku boriya şandina petrolê ji Kerkûkê heya Îranê bidawî bibe, pirojeyê şandina petrola Kerkûkê wê di demeke nêzîk de bê bicîkirin”.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button