Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê derbas bike

Yekîtî Media 6/6/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, nayê qebûlkirin hêzek sînorê Kurdistanê bibezîne û bixwazê îradeya xwe ferz bike.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku hinek kes mijulî wan sedemên ku bûne sedema serhildana DAIŞê dubare dirust bikin.

li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Êvariya roja duşem 05.06.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Josef Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji General Tawnsênd Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên artêşê û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka naveroka nameya Wezîrê Berevaniya Amerîka ji bo Serok Barzanî xisterû ku tê de piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve dupat kiriye û her wiha Wezîrê Berevaniyê ji bo serkeftinên li dijî Da’îş û hemahengiya li gel artêşa Iraqê spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kiriye. Her wiha li dirêjahiya axaftina xwe de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka bal kişandine li ser wê yekê ku bi bê Pêşmerge û rola Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge mehal bû ku li dijî terorîstên Da’îş de serkeftinê bi destbînin. Eve jî xisterû ku hê jî astengiyeke zêde li ber me ye û şerê terorê maye, ji bo wê yekê pêwîstiya me bi hemahengî û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Li beranber de Serok Barzanî ji bo palpiştîkirina hêzên Pêşmerge spasî Amerîka kir û li axaftina xwe de ronahî xiste li ser rewşa meydaniya bereyên şer û wê yekê dupat kir ku berî operasyona Musilê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku plana serbazî û plana siyasî û îdarî bi pêkve hebê ji ber ku pêşbîniya serhildana kêşeyên nû dihate kirin, lê belê cihê daxê ye ku kar ji bo plana siyasî û îdarî ya qonaxa piştî Da’îş nehatiye kirin.

Di derbarê rewşa rojavayê Musil û başûrê Şingalê Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê eger armanca tevgeran şerê terorîstên Da’îş bê nekêşe ye lê belê eger hewl hebê ji bo peydekirina ajandayên din ji bilî li şerê terorê ewe giriftên mezintir serî hildide û dibê sedema ji destçûna destkeft û serkeftinên dijî terorê. Eve jî bi amadebûyên civînê ragihand bi tu awayekî nayê qebulkirin hêzek sînorê Kurdistanê bibezênê û bixwazê îradeya xwe ferz bike. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku hinek kes mijulin wan sedemên ku bûne sedema serhildana Da’îş dubare dirust bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button