Break newsRaportslide

Zilamên Rûmetê Siwêda Rizgarkirî Radigihînin Û Hevbendî Hişiyariyê Ji Pêkanîna Kuştaran Ji Hêla Rejîmê Ve Derheqê Wan Dide

Komelgeha Zilamên Rûmetê li Siwêda ragihand ku Cebel  El-Ereb ji destê çeteyên ewlehiyê û hevalên wan rizgarkirî ye, rola komîteyên ewlehiyê ên Esed hate betalkirin, û karubarên ewlehiyê radestî Zilamên Rûmetê li hemû bajar û bajarokên parêzgehê bûne. Ev yek jî piştî vêketina nerazîbûnên berfireh, duh, êvara Îniyê li Siwêda ku hemûwelatiyên wê ji regeza Durzî ne, bi sedema kuştina serwerê Komgeha Şêxên Rûmetê  Şêx Wehîd Bel`ûs û du serwerên dî piştî teqînekê di mewkibê wî de, berî ku du teqînên dî navenda bajarê Siwêda bihejînin û bi dehan kuştî û birîndar bikevin.
Şoreşgerên Siwêda dest bi awayekî tekûz danîn ser şaxê Ewlehiya Azmanî, Ewlehiya Leşkerî, Ewlehiya Tawankariyê, Polîsên Leşkerî, û şaxê Partiya Be`Is li gor çalakvanan ji bajêr ragihandin.
Daxuyaniyek ji hêla komgehê derket tê de ji hemû lawên Cebel El – Ereb li hemû deveran  çi leşker û çi sivîl xwest ku ber bi Cebel El – Ereb de werin û wî biparêzin, û tekez kir ku Siwêda perçeyek ji xaka Sûriya Azad e û jê nayê perçekirin, û ew dijî hemû tiror û şerê navxweyî radiwestin, şer dijî kufr û gendeliyê dike, û Siwêda dibîne penayek bo hemû mêvanên comerd ku lê hêwirîne, giyan û malên wan lê parastî ne  ta vegerin deverên xwe.     
Endamê Desteya Siyasî  di Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên şoreşê û Hevrikiyê Suhêr El – Etasî got: operasyona kuştina tîrorîstî ku rejîma Esed derheqê Şêx Wehîd Bel`ûs ji bo bidawîkirina raperîna Siwêda  pêk anî, ne tenê têk çû, lê belê tawankariya wê li ê tawankar vegeriya, û ji ber wê hêrsa gelêrî li parêzgeha ku bi awayekî  giştî dijî tawankariyaê rabûbû, piştî ku kesên serfiraz bi awayekî berdewam fermanên rejîmê bo leşkeriya kurên Cebel El – Ereb di kuştina birayên xwe de  qebûl nekirin dijwartir bû.
Etasî destnîşan kir ku xwîna şehîdên duh êvarê bû xetîreyek  û xelkên Siwêda ji nû ve bi serkirdayetiya ciwan û serfirazên xwe ber bi kerwanê bajarên Sûrî  ên şoreşger di rûbirûkirina rejîma kuştin û tawankariyê ve çûn.
Etasî haydarî da ku wê rejîma Esed tawanin nû derheqê xelkên Siwêda ên di riwê wî de rabûne pêk bîne, û istratîjiya xwe ya naskirî wê bikar bîne, Daiş ber bi Siwêda de bişîne ta  kaxez linav hev bikevin, û rewşeke şêlûpêl û gelemşe biafirîne. Herweh  tekez kir ku parastina sivîlan li Swêda û nehêlandina rejîm ku tolhildanê bike erkek lezgîn e, divê Civaka Navdewletî wê pirsyaryê hilgre. 
Etasî diyar kirk u kurên Sûrî roj dûv rojê resenî û bêrîkirina xwe ji azadî û jiyana bi rûmet re diçesipînin, û her ku hêzên navdewletî  pîlanan dijî wan û şoreşa wan dikin, careke dî pêdikeve, û li ser destê kurên wê ên leheng gur dibe.
Hevbeniya Niştimanî  duh, roja îniyê tawana destkuştinê a tirorist ku Şêx Wehîd Bel`ûs û Şêx Fadî Ne`ûm armanc kiribû û di encamê de herdu û hindekî dî bi wan re bûn şehîd bûn.
Hevbendiyê sersaxî ji xelkên şehîdan re pêşkêş kir, û pirsiyariya vê tawana kirêt avêt ser millê rejîma Esed  ku ji bo bidawîkirina rola erênî ku Şêx Bel`ûs pê radibû pêk anîbû. Bel`ûs di regeza Muwehidînê Dirûz de beriztirîn Şêxê Rûmetê bû,  berdewam hewl dida ku hewldanên rejîmê bo destwerdana ciwanên Siwêda  di tawanên xwe derheqê Sûryan de têk bibe.
Hevbendiyê ji lehengên parêzgeha Siwêda û serfirazên wê xwest ku kok û bingeha xwe ya resen  diyar bikin, û rawestana xwe ya tekez li rex şoreşa Sûrî  bi kar û gotinê bikin.Jêder Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button