Break newsNûçeslide

Em Li Benda Desthilatên Ewropî Bûn Ko Esed Ji Sûriyê Derxînin Ne Ko Para Xwe Ji Yên Ko Ji Ber Tiroristiya Esed Reviyayane Pirtir Bikin

Cîgirê serokê Hevbendiyê Mistefa Oso got: Em ne li benda Desthilatên Ewropî û desthilatên heval bûn ko para xwe ji Penaberên Sûriyê pir bikin. Ev mijar li gora dilê Esed û Rêjîma Melayên Îranî ye ko xelkên Sûriyê koçber bikin û guherîneke dîmugrafî ya mezhebî peyda bikin.
Lê belê Sûrî dixwazin Beşar û çeteyên tawankar ji Sûriyê derkevin, ne ko Welat ji wî û çeteyên Îranî re vala bimîne, ko ewan ji hemû deveran tîne wekû kujerên nandoz li dijî zarok û jinên Sûriyê şer dikin.
Oso ji helwesta Firensa mat dimîne ko bobelata Penaberan dike hustê Daiş, bê ko Esed û tiroristiya wî destnîşan bike. Rêjîma Esed ew e sedema arîşeyê.
Oso bêtir got: Em ji cîhanê re tekez dikin ko aştî li Sûriyê nabe, ko ne bi miletê Sûrî re be bi hemû pêkhatiyên xwe yên çandî, olî û netewî. Cîhanê ji evan salên Şoreşê nas kir ko rêjîma Esed çi berhemê ji mirvahiyê re dide. Tiştê herî xirab ji kuştin, tawankariyên çekên kîmawî û mûşekên Skod û bermîlên teqîner li dijî sivîlan berhem dan. Ji bil wisa jî rêkxistinên tirorist wek rêkxistina Daiş û Fatimiyîn û Ebû Elfedil Ebas û hinên din wek çeteyên hizbullaha tirorist afirandin.
Cîgirê serokê Hevbendiyê dewam kir û got: aştî li Welatê me Sûriyê bi rûxandina rêjîma tawankar ve girêdayî ye da miletê Sûrî armancên xwe yên azadî û rûmetê misoger bike.
Serokê Frensa Firenswa Holand îro ragihand ko ewê 24 hezar Penaberên Sûrî di du salên bê de pêşwazî bike. Hem got ko ew dixwazin kongirekî navdewletî li Parîsê lidar bixin ji bo evê qeyrana ko Ewropa dihejîne.
Di daxuyaniyekê de sed kesên mafnas yên ji ber êtûna şer reviyane imza kirine, dibêjin sedemên penaberiyê tawankariyên hêzên Esed ko li dijî Sûriyan dikin”ji nav wan jî bikaranîna bermîlên teqîner û çekên kîmawî” ewan hişt ko bêtir ji çar milyon Sûrî li gora hejmarên ko netewên yekbûyî ew tomar kirine ji Sûriyê  derketine, û nêzîk şeş milyonan li hundirê Sûriyê derbider bûne.  
Di daxuyaniyê de hatiye: Civaka Navdewletî di evê demê de heta nikarîbû daxuyaniyekê ko pirotesto bike derîne, her wiha tu çareseriyên meydanî bi pêkanîna herêmeke aram ko milet li hundir biparêzin nekir. Bi taybetî wan ji êrîşên asmanî yên ko herêmên niştecihan bombebaran dikin biparêzin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button