Break newsNûçeslide

Gaziyek  Bo Miletên Cîhanê Ji Bona Alîkariya Miletê Sûriyê Yê Birîndar

“kuştinê rawestînin..emjî êdî penaber nabin” ev hevok gotina zarokekî Sûrî yê asê mayî li ser sînorê Mecer li pêş ajansên ragihandinê li miyanê koçberiya wî ya dirêj bo bigehêje penageheka demkî, û cêgira serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Xadirî wek bersiv li ser vê hevokê bangewaziyek da miletên Cîhanê bo alîkirina miletê Sûriyê yê birîndar, û herwiha ji bona zêdekirina fişaran li ser karbidestên welatên xwe ji bona rêxweşkirina derbaskirina penaberên Sûrî û peydakirina penagehên demkî yên aram ji wan re.
Xadirî di daxuyaniyek taybet de tekez kir ku bobelata xenqandina berdewam ya ku di dîmenê (Alan) de ew zarokê Sûrî yê di avê de xenqî tirajêdiya êş û azarên zarokên Sûriyê diçespîne bi sedema terora rêjîma Esed; “ku bermîlên teqîner û bombeyên wêranker û gazên jehrdar, wan û xêzanên wan neçar dikin ku li pêlên deriyayan siwar bibin tevî metirsiyan, herwiha ku ev yek xenqandin û têkşikestina mirovahiyê li hember vê qeyrana mezin, û nekarîna danîna sînorekî li pêşiya vê tirajêdiyayê diselmîne “.
Xadirî bal kişand ku miletê Sûriyê “herdem li mêvanan xwedî derdiket û bi dirêjahiya salan mêhvandariya penaberan ji sê parçezemînan kiriye, ji wan xelkê Filistînê û yên Îraqê û Libnanê, bê ku kesekî bêxe xêvetan ku ew li nav malên xwe wek mêhvan vehewandin û bi wan re xanî û xwarina xwe dabeş dikirin”.
Dîsa Xadirî got “ku gaziya me ji bo milet û dewletên Cîran e û bo sercem dewletên Sûriyan dihewînin û bo tevaya cîhana Erebî û Îslamî ye”, hevdem daxwaza “dîtina çareseriyek zû û bilez ji wan kir ji bona rawestandina kuştina berdewam û ji bona parastina Sûriyan û dabînkirina daxwazên Şoreşa azadî û rûmetê û da Sûriya ji nû bikeve li ser riya paşerojê, yanjî xelkê Sûriyê wê carek din bijardeya penaberiyê bineçarî wê helbijêrin”.
Cêgira serokê Hevbendiyê tekez kir ku îro roj pêwîstiya xelkê Sûriyê bi hevkariyek Cîhanî heye, hevdem gaziya desteyên sivîl û mafnas li seraserê Cîhanê kir nemaze yên dan bi nirxê mirovatiyê didin û yên bipîrozî  jiyana mirovatiyê didin nasandin ku bo hawara Sûriyan biçin û wan rizgar bikin ji metirsî û felaketên bi ser wan de tên ji her aliyekî ve.Jêder:Hevbendî    

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button