Break newsNûçeRaport

YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA XWECIHIYA DÊRIKÊ YA BI SER ENKSÊ VE KIR..

Di roja çarşemê 24.11.2021ê de, şandeke ji Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya serdana ofîsa xwecihî ya bajarê Dirkê ya bi ser ENKSê ve kir.

Herwiha Şande ji rêxistinên Yekîtî yên Dirkê, Girkê Legî û Aliyan bi serpereştiya her du endamên komîteya siyasî M.Nefîsa Elî û M Ferhan Merî pêk dihat û ji aliyê serok û endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du layenan tekezî li ser giringiya hemahengiya di navbera pêkhateyên encûmenê de kirin, û tekezî li ser giringiya serdan û berdewambûna wan li herêma Dêrikê ku di nav de, navçeyên Dêrik, Girkê Kî, Çil Axa û Alyan.

Herwih her du alî rewşa dawî ya siyasî li Kurdistana Sûrî, ji diyaloga kurdî-Kurdî, rewşa aborî û xizmetguzariyê li navçeyê û sedemên koçberkirina ber bi welatên Ewropî gotûbêj kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button