Break newsNûçe

Yekîtî Kurdistanî pêşwazîya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê kir

Duh êvarî Partîya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya pêşwazîya şandeke ji Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê li bargeha xwe li bajarê Qamişlo kir.

Şanda Yekîtîya Nivîskaran bi serokatiya nivîskar Luqman Yûsif digel komek nivîskar, û ji aliyê Silêman Oso û hejmarek ji endamên komîteya Konevanî û navendî ve hatin pêşwazîkirin.

Her du alî ser çendîn mijar gotûbêjkirin, û rewşa Sûrîyê bi giştî û ya Kurdî bi taybet û di pêşîya wê de danûstandinên Kurdî /Kurdî, astengîyên ku bûne sedem ji rawestandina wê.

Herwiha her du layenan kiryarên ku PYD’ê dike û bi taybet revandina zarokan şermezar kirin, ku di rojên borî de rêjeya wê zêde bûye.

Di heman çarçoveyê de her du alî rola rewşenbîrê kurd di tevgera siyasî û çandî û rola wî erênî di her du aliyan de anîn ziman.

Di dawiya hevdîtinê de Serokê Yekîtîyê kartek spasiyê pêşkêşî sekreterê Partîya Yekîtî kir, ji bo piştgirî û piştevanîya Yekîtîyê, û ji aliyê xwe ve Oso tekezî kir ku Yekîtî dê bimîne piştgir ji beşa rewşenbîr di civaka kurdî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button