Break newsNûçeRaport

Berdewamkirina girtin û ferzkirina bacan li Efrînê

Polîsên leşkerî û îstîxbarata Tirkiyê berdewam e bi girtina xelkê Efrînê bi hinceta xizmetkirin yan jî bi rêveberiya berê têkilîdar in û bi heman şêweyî komên çekdar bac û mûçeyan li ser cotkarên zeytûnan ferz dikin di demsala niha de.

Nûçegihanê Yekiti Media li Efrînê girtina welatiyê Kurd bi navê Hesen Heyder Elûş li bajarê Mabata ji aliyê polîsên leşkerî û istixbarata Tirkiyê ve di 15ê Mijdara 2021ê de piştrast kir û ew ji xelkê gundê Hec Qasima ye û diyar kir ku sedema girtina wî ji ber nobedarîyê di dema rêveberiya berê de.

Di heman çarçoveyê de li gundê Mest Aşûr polîsên leşkerî û îstixbarata Tirkiyeyê gêncê bi navê Ciwan Mihemed ê 25 salî û di 15’ê Mijdarê de jî bi heman sûcdariyê bi rêveberiya berê re girtin .

Herwiha welatiyên bi navê Luqman Hemîd Hesen ê (55)salî ku muxtarê gundê Hec Qasima ye û Remezan Qaso ê (45)salî ji heman gundî ye yê navçeya Mabatayê rastî lêdana tund hatin ji aliyê milîsên ser bi Tirkiyê ve, û 50 tankên zeytê û 1500 lîreyên tirk ceza dan bi sedema veguhestina zeviyên zeytûnê ber bi guvaşgeha Mekbes ji dêvila guvaşgeha Birêmca, û herwiha muxtar ji ji karê wî sekinandin û kesekî din xistin şûna wî de

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button