Break newsNûçe

Şandek ji ENKSê bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê re civiyan

Şanda ENKSê roja Înê 29ê Cotmeha 2021an ligel birêz Mîxaîl Bogdanof cîgirê wezîrê derve û şanderê taybet yê serokê Rûsyayê bo rojhilata navîn re civiyan.

Şanda ENKSê behsa piroseya siyasî li Sûrîyê û pêşhatên dawî di karê komîteya destûrê û cîbicîkirina biryara 2254 kir.

Herwiha rewşa deverên kurdî bi giştî û pêwîstiya karkirinê bi aliyê Rûsî re ji bo dabînkirina çareseriyeke ji doza Kurdî li Sûrîyê û misogerkirina mafê kurdan di destûrê de gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Bogdanof tekez kir ser pêwîstiya karkirinê li gorî biryarên navdewletî û berdewamkirina hewldanan ji bo çareseriya siyasî.

Herwiha tekez kir li ser piştevanîya wan ji bo mafên kurdan û pêkhateyên din li Sûrîyê di nava çarçoveya çareseriyeke siyasî giştî li Sûrîyê, û wiha dît ku yekrêzîya rêzên kurdî dê bibe alîkar di hewldanên misogerkirina van mafan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button