NûçeRaportslideUncategorized

Yekîtî Kurdistanî salvegera pakrewaniya Ebdê Nasan vejand

Yekiti Media

Partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya roja Înê 10-5-2019 li gundê Elbelûrê yê bi ser Kobanê ve salvegera Sî û Çaremûn ya  pakrewaniya serkirde Ebdî Qadir Nasan vejand.

Bi amadebûn welaiyên Kobanê û beşdariya serkirdayetiya partiya Yekîtî rêwresmên vejandinê bi danîna kurzek gul li ser pakrewan û xwendina destpêka Qurana pîroz û sekna kêlîkek bê deng dest pê kir.

Silêman Oso gotina partiya Yekîtî pêşkêş kir û tê de li ser xebat û tekoşeriya Nasan axivî û di heman gotinê de soz da pakrewan ku ewê li ser şopa wî berdewam bin.

Gotina xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla Dr Ywşar Elî serokê xwecihiyê hate xwendin têde rola pakrewan Ebdî Qadir Nasan li Kobanê hate diyar kirin .

Ehmed Qadir gotina malbatê da têde spasiya hemû kesên beşdar kir û bi taybet partiya Yekîtî û dilsoziya wan li gel hevalê wan.

Tê zanîn ku Ebdî Qadir Nasan serkirdeyê partiya Şexîlê bû û li ser destê pêxwasên rêjîmê di sala 1985 hate kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button