NûçeslideUncategorized

Welatiyek bi guleyên Tirka li Girê Sipî hate kuştin

Yekiti Media

Welatiyê Sûrî Hisên Elsixnê di encama gulbarana pasevanên sînorî yê Tirk hate kuştin.

Hisên li gel girûpekê hewil dide ku bi şêweyekî ne rewa derbasî xaka Tirkiyê bibe li rastî bajarokê Girê Sipî dema ku ji hêla artêşa Tirkî ve hate armanckirin û hate kuştin.

Jêderna ji Girê Sipî diyar kirin ku di encamê de welatiya bi navê Sûsêl Elhemed jî birîndar ket.

Tê zaanîn ku derbasbûna Tirkiyê bi qaçaxî pir zehmet bûye û Tirkan ewlehiya Sînorê xwe bi Sûriyê re jidandiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button