NûçeRaportslideUncategorized

Sekretêrê partiya Yekîtî simînarek siyasî li Kobanê bi rêveber

Yekiti Media

Li gundê Elbelûr yê bi ser Kobanê  ve rêxistina partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya roja Înê 10-5-2019 simînarek li darxist.

Silêman Oso sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî simînar bi rêvebir û tê de li ser pêşhatin siyasî di warê pirsa Sûrî û ya Kurdî de axivî.

Oso di simînarê  li ser rola Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS got ENKS di hemû mehfelên navdewletî yê girêdayî rewşa Sûriyê beşdare û li gor karînên xwe hewil dide ku mafê gelê Kurd di destûra Sûriyê ya pêşerojê de cîbicî bike.

Li ser danûstendinê ENKS li gel partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurdistanî diyar kirk u wan sê rêkeftin di bin serpireştiya serok Barzanî emzekirin lê PYD tu pabendî bi wan rêkeftine ne kir, û balkişand ku çi rêkeftin di navbera wan PYD de bê emzekirin di vê di bin serperştiyeke navdewletî be û amadebûna dewletên gerentor de be.

Di dawiya simînarê de rê li ber pirsên beşdara hate vekirin yê ku rêveberê simînarê bersiva wan da.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button