Break newsNûçeslide

Wezareta Berevaniyê ya Rûsya: HSD û DAIŞ rêkevtin kirine

Yekîtî Media 29/5/2017

Li gorî nûçeyeke rojnameya erebî ya El-Ray Elyewm, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandiye, ku rêkevtinek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de hebûye, ji bo kerîdoreke aram ji Reqayê hetanî Tedmurê ji çekdarên DAIŞê re were vekirin, daku çekdarên wê rêxistinê bikaribin ji nav Reqayê derkevin û berê xwe bidin sînorê rojhilatê parêzgeha Humsê.

Li gorî wê nûçeyê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, hêzên Rûsî nehiştin ku ev rêkevtin here serî û bi hewla wan ew plan hatiye têkbirin.

Malpereke nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî amaje bi wê îdiayê û bersiva HSDê bo wê yekê kiriye.

Li gorî medyaya nêzîkî PYD, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Telal Silo red kir, ku ti rêkevtinek ji bo vekirina korîdoreke aram ji çekdarên DAIŞê re çêbibe.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button