Break newsNûçeslide

Mîr Îsmet Tehsîn : Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin

Yekîtî Media 29/5/2017

Mîr Îsmet Tehsîn kurê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ragihand, derbarê operasyona Heşda Şeibî ya li Şingalê de Mîrê Êzidiyan ti daxuyaniyek nedaye û belavkirina daxuyaniyên ne rast jî tenê ji bo reşkirina navê wî ye.

Roja 28ê Gulana 2017ê, di hinek dezgehên ragihandinê de hate gotin, ku Mîr Tehsîn Begê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ji ber rizgarkirina gundên êzidiyan û bi taybetî jî gundê Koçoyê destxweşî li Heşda Şeibî kiriye. Herwiha hatibû îdîakirin, ku Mîrê Êzidiyan piştgirî dide wan kurdên êzidî yên diçin nav Heşda Şeibî.

Mîr Îsmet diyar kir, ku ji destpêka êrîşa DAIŞê ve tenê kurdan alîkarî dane kurdên êzidî û ti pêwendiyên wan bi Heşda Şeibî re jî nîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button