Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê agir berda zeviyên welatiyan li gundewarê Efrînê

Yekîtî Media 29/5/2017

Li gorî jêderên navxweyî, artêşa Tirkiyê, doh yekşemê dema êvarî, agir berda zeviyên welatiyan li gundê Çilmê yê girêdayî Cindêrsê, lewra bi dehên hiktarên xakên hatine çandin bi zeytûn û genim tûşî şewitandinê hatin.

Heman jêderî tekezkir ku agir hîn berdewam e û xelkên gund nikarin nêzîk bibin û vemrînin jiber armanckirina wan ji bal artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên Rikberiyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button