Break newsNûçeRaport

Şandek ji Pêşverû serdana ofîsa PDK-Sê li bajarê Amûdê kirin

Şandek ji partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê  serdana ofîsa PYK-Sê li bajarê Amûdê kirin bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyê bi boneya vekirina nivîsgeha wan li bajêr.

Şanda Pêşverû bi serokatiya endamê komîteya navendî ya Partiyê Se’d Hiso pêk dihat, û ji aliyê endamê Komîteya konevanî ya PYK-Sê Merwan Îdê û endamên komîteya Herêmî hatin pêşwazîkirin.

Şanda Pêşverû pîrozbahiya rêxistina Amûdê kirin derbarê vekirina ofîsa xwe li bajêr, û hêviya serkeftinê ji bo kar û xebata wan xwest.

Herwiha Kurdistanî spasiya wan kir derbarê serdana wan a binirx.

Ji aliyekî din ve her du layenan li ser pêşveçûnên dawî li ser qada Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi taybetî gengeşekirin, û tekezî kirin li ser berdewamiya hevdîtinan .

Hêjayî gotinê ku Yekîtî Kurdistanî nivîsgeha xwe li bajarê Amûdê ji nû ve de vekir, û gelek şandên siyasî û civakî û çandî pîrozbahiya Yekîtî kirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button