Break newsNûçeNûçeyên herêmî û cîhanîRaport

Kirîza Avê li Hesekê berdewam e, û gendeliya rêveberiyê rû dide

Xelkên bajarê Hesekê bi mehan û bi berdewamî ji ber kirîza tunebûna ava vexwarinê zehmetiyê dibin, ji ber kêmbûn û qelsiya avê ku ji westegeha E’lûk  tê, ku di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirkiyê li gundewarê bajarê Serê Kaniyê.

Û rêveberiya PYD’ê hewl nekir ku çareseriyên alternatîf bibîne, tevî domandina qutkirina avê li ser Hesekê û gundewarên wê, ji xeynî pirojeyekê serneketî.

Di Avdara sala borî de rêveberiya PYD’ê dest bi pirojeya kolandina bîran li devera El Hema li gundewarê rojavayê Hesekê ragihand bû.

Ku di Tîrmeha heman salê de ragihandin ku 25 bîr hazir in, û ava wê ji bo vexwarinê tê bikaranîn .

Di derbarê vê mijarê de çalakvanê Kurd Dilbirîn ji “Yekiti Media” re wiha anî ziman ku : ” pirojeya rêveberiya PYD’ê li devera El Hema tenê pirojeya gendelî û diziyê bû wekî gelek pirojeyên ku vê rêveberiyê bi rê dive”.

Herwiha berdewam kir : ” ku ev rêveberî bi milyonên dolaran di tunelên binê erdê de danî, bi vî rengî gelek xaniyên xelkê, dibistan dezgehên giştî li ber metirsiyekê dihatin, ku hin xanî û dibistan rastî xwarî bûnê hatine” .

Wiha diyar kir ku : “rêveberiya PYD’ê dikare avê ji robara Firatê û Dîcleyê bikşînin, an jî bîrên deryayî bikolin li deverên gundewarê Hesekê ku ava vexwarinê lê peyda dibe, bi beşek hindik ji van diraviyên hatine xerckirin, û nîşan da ku ev rêveberî ti pirojeyên xizmeta gelê herêmên Kurdistana Sûrîyê nakin, ku tenê armanca wê ya yekem dizî ye”.

Çalakvanê Kurd Dilbirîn nîşan da ” ku pirojeya kişandina avê ji robara Firatê ya ku rêjîma sûrî dest pê kiribû gihîştibû gundewarê başûrê Şedadê, rêxistinek navdewletî temamkirina wê kiriye da ku bigihîne bajarê Hesekê, lê ev zêdeyî 10% hewcedariya bajêr nake”.

Ji aliyekî din ve welatiya bi navê Nisrîn Mehmûd gilî kir ku xwedanê tankên avê rewşê bi kar tînin ku bihayên avê bilind dikin bêyî ku rêveberiya PYD’ê çavdêriyê bike”. Mehmûd wiha got :” ku em neçar dibin ku tanka avê 5 bermîl bi bihayê 7 hezar Lîreyî Sûrî bikirin, û gelek caran nayê vexwendin, û di vê werzê Havînê de zêdetirî du rojan têra me nake.

Hêjayî gotinê ku piştî kontrolkirina artêşa Tirkî û komên çekdar yên alîgirê wê ji devera Serê kanîyê û gundewarên wê, bajarê Hesekê zehmetiyê dikşîne ji ber tunebûna ava vexwarinê bi awayekî berdewam, bêyî ku rêveberiya PYD’ê, yan rêjîma Sûrî yan rêxistinên mirovahî çareseriyên alternatîf bibînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button