Break newsRaportslide

Qamişlo : YNKSê konferansa xwe ya normal lidarxist

Yekîtî Media 28/11/2016

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (YNKS) yekemîn konferansa xwe li Qamişlo lidarxist.

Berpirsê ragihandinê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Mihemed Ebdê di konkeranseke rojnamegerî de diyar ku di konfiransê de hejmarek ji xalên rêxistinî û yên girêdayî çawaniya pêşxistina karê yekîtiyê hatin gotûbêjkirin.

Ebdê diyar kir, ku konferansê de hin xalên taybet bi yekîtiyê hatin nirxandin , ji wan jî xwendina raporên şaxan, nirixandina pêvajoya yekîtiyê di qûnaxa bihûrî de, warê rêxistinî û Mafên nivîskaran di warê nivîs û weşanê de.

Herwiha Ebdê amaje kir jî, biryarên di konferansê de hatine standin, dê ji bo Desteya Rêvebir bêne şandin, bo şopandina cîbecîkirina wan biryaran.

Konferansa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê her 6 mehan tê lidarxistin, tê de karê yekîtiyê û tevgera çand û wêjeyê bi temamî tên nerxandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button