Break newsNûçeRaport

Qamişlo… Mangirtinek li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin

Xwediyên zarokê biçûk mangirtinek li pêşiya navenda ciwanên şoreşger ên girêdayî bi PYD’ê ve li dar xistin, û daxwaza radestkirina kurê xwe kirin, ku berî 15 rojan hatiye revandin.

Nûçegihanê “Yekiti Media” li bajarê Qamişlo diyar kir ku xwediyên ciwanê biçûk Ehmed Remo, danê berî êvarê mangirtinek li dar xistin li pêşiya bajarê ciwanan li taxa rojava ( Xerbî) , ku ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve wekî navenda xwe  destnîşan kirine, û daxwaza radestkirina kurê xwe kirin ku hat revandin piştî ku ji navenda Hanza ya meşq û rahênanê ji bo xurtkirinê di xwendinê de ku nêzîkî 100 mitirî dûrî navenda rêxistina ciwanên şoreşger e.

Herwiha nûçegihanê me nîşan da ku asayîşa PYD’ê devera ku lê mangirtin hatiye lidarxistin dorpêç kirin, û nehîştin xelk û dezgehên çapemeniyê hatinûçûnê bikin, û destnîşan kir ku asayîş ciwanekî girtin ku dixwest dîmenên mangirtinê bikşîne..

Hêjayî balkişandinê ye ku bûyerên revandina biçûkan li herêmên ku ji alîyê PYD’ê ve hatine kontrol kirin gelek caran didomîne , ji wan yên herî dawî keçên biçûk Simav û E’hed in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button