Break newsNûçeNûçeyên herêmî û cîhanî

Ciwanên Şoreşger keçeka biçûk ji bajarê Qamişlo revandin

Çekdarên ciwanên Şoreşger ên PYD’ê, şeva borî keçek biçûk ji bajarê Qamişlo revandin, û di heman demê de malbata keçikê daxwaza vegerandina wê kirin.

Li gorî nûçegihanê “Yekiti Media” şeva borî rêxistina ciwanên şoreşger keçeka biçûk Sîmav Mihemed Salih Osman revandin, ky xwendekara pola nehan e, û li bajarê Qamişlo ji dayik bûye di 28ê çileya sala 2008an de.

Keça biçûk digel dêûbavên xwe li taxa Ermeniya dijî.

Di derbarê vê yekê de Siyamend birayê Sîmav di lêdwanekê ji “Yekiti Media” re ragihand û ji PYD’ê daxwaz kir ku wê vegerînin mala wê, û cîhê wê yê normal li dibistanê û di nav malbata xwe de, ne wê bike leşker bi kotekî , û di heman demê de diyar kir ku hêzên Sûriya Demokratîk soz dabû ji rêxistinên navnetewî ku leşkeriya neçar bisekinînin û bang li fermandarê HSDê kir ku kêçikê vegerîne

Siyamend tekez kir ku dê malbatê her tiştê pêwist bikin da ku Sîmavê vegerînin malê û dê dengê wan bigîhêje hemû rêxistinên navdewletî yên girêdayî vê babetê.

Hêjayî gotinê ku dosyeya revandina biçûkan yek ji wan mijarên ku ENKSê daxwaza rawestandina wê dike, û rêzincîra revandinê bi dawî bibe , bi riya diyalogê bi Partiya Yekîtiya Demokratîk re di bin çavdêriya QSD û şandeya Emerîkî li herêmê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button