Break newsRaportslide

Qamişlo: Helbestvanê Kurd yê navdar Ferhadê Içmo bi xakê hat sipartin

Yekîtî Media 10/6/2017

Doh înê, li bajarê Qamişlo, bi dehan ji xelkên Qamişlo termê helbestvanê kurd yê bi nav û deng Ferhadê Içmo li goristana Hilêliyê bi xakê sipartin.

Di merasîmên cenazeyê de, nûnerên ENKSê û partiyên siyasî û TEV-DEMê û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên civaka sivîl beşdarbûn, û gelek gotin li ser rola gorbuhiştî di civaka kurdî de hatin xwendin.

Ferhadê Içmo ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir û di meha Hizêrana sala 2016ê de bi mebesta çareseriyê seredana Başûrê Kurdistanê kiribû û piştre jî vegeriyabû Qamişlo.

Ferhadê Içmo di 15ê meha 12 sala 1961ê de li gundekî Qamişlo jidayik bûye.

2 3

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button