Break newsNûçeslide

Qamişlo : ENKS di kongirekî rojnamevanî de sedemên paşxistina mangirtina xwe ragihand

Yekîtî Media 2/9/2016

Îro înê 2ê Êlûnê, li bajarê Qamişlo encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS kongireke rojnamevanî derbarî paşxistina mangirtina ku wê îro li pêş mizgefta Selman Elfarsî lidarkete girêda.

ENKS ragihand ku partiya yekîtiya demokrat alîgirên xwe vexwendin heman cih û heman demê bi mebesta derxistina fitneyekê di kolana kurdî de, lewra ENKS mangirtina xwe li paşxist da ku rê li ber pîlanên PYD bigre û kolana kurdî ji fitneyan biparêze, herweha ENKS ragihand ku ew dê berdewam bin di xebata xwe de ji bo dabînkirina mafên netewî yên miletê kurd.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button