Break newsNûçeslide

Hewlêr û Bexda li ser serxwebûna Kurdistanê li hev kirin

Yekîtî Media 1/9/2016

Hat ragihandin, ku Hewlêr û Bexda li ser serxwebûna Kurdistanê li hev kirine û 2 şand bo vê mebestê pêk anîne.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, hin zanyariyên hesas û hûrgiliyên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê aşkere kir.

Fuad Hisên ku bi xwe jî di wê şandeyê de bû, ku bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re serdana Bexdayê kiribûn got, Hewlêr û Bexda du komîteyên cuda derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de pêk tînin.

Fuad Hisên herwiha daxuyakirin, şanda Herêma Kurdistanê di serdana vê carê ya bo Bexdayê û civînên li gel rayedarên iraqî de, bi fermî û bi zelalî behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê kirin û ew pirs yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan bûye.

Hisên tekez kir, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi zelalî di hevdîtinan de amaje bi serxwebûna Kurdistanê kir û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ji berpirsên Bexdayê re got, ku rewşa niha bi vî awayê heyî berdewam nabe û nêrîna me her du aliyan jî li ser wê yekê weke hev e, ji ber wê jî pêwîst e em li ser çareseriyê biaxivin, ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkan, serxwebûna Kurdistanê ye.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn: “Li gel berpirsên pilebilind ên partî û hevpeymanîtiyên Iraqî bi aşkere û zelalî behsa mafê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê hat kirin. Hinek aliyên iraqî bi zelalî gotin, ku mafê çarenivîsê mafekê xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, lê belê hinek aliyên din jî di vê baweriyê de bûn, ku cudabûna Kurd renge bibe sedema çêbûna arîşeyên navxweyî û herêmî.”

Fuad Hisên amaje bi rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê kir û destnîşan kir: “Li ser vê mijarê her du aliyan li hev kirin, ku du şandan pêk bînin. Yek li Hewlêrê û ya din jî li Bexdayê, da ku hemû aliyên vê mijarê gengeşe bikin.”

Derbarê dosyaya petrolê û nakokiyên navbera Kurdistan û Iraqê de jî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, di gotûbêjên vê carê de behsa petrola Herêma Kurdistanê nehat kirin, tenê behsa petrola Kerkûkê hat kirin û rêkevtinek jî li ser wê hat kirin.

Fuad Hisên di berdewamiya axavtina xwe tekez kir: “Li gorî wê rêkevtinê, dê rojane 150 hezar bermîlên petrolê ji Kerkûkê ve hinardeyî derve bê kirin. Ew petrol dê bi rêya boriya Kurdistan-Ceyhan bê firotin, nîveya wê dê ji Herêma Kurdistanê re be û nîveya din jî dê bo Şîrketa SOMO be.”

Roja duşemiya vê hefteyê 29ê Tebax a 2016an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke pilebilind a Kurdistanê serdana Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button